Manîfestoya Komunîst (Kürtçe)

· YORDAM KİTAP
電子書
64
頁數
評分和評論未經驗證 瞭解詳情

關於這本電子書

Di vê serdemê de ku qedexeya fermî ya li ser weşana bi zimanê kurdî sist bûye û berhemên çandî û wêjeyê ji zimanên cur bi cur li kurdî têne wergerandin, Yordam Kîtapê bi kurdî çapnekirina weşanên marksîzmê wekî kêmasiyeke berbiçav dît û bi hêviya ku dê berdewama wê were, wekî gava yekemîn me du berhemên girîng li zimanê kurdî zêde kirin. 

Ji van berheman Manîfestoya Komunîst e ku yekemîn berhema herî berbelav a sosyalîzma zanistî ye. Di vê berhemê de ramana sosyalîst bi awayekî kurt û puxteyî, bi zimanekî rewan û wêjeyî hatiye pêşkêşkirin. Manîfestoya Komunîst ji hêla danerên ramana markîzmê Karl Marks û Friedrich Engles ve di sala 1848’an de hatibû nivîsandin. Ji roja ku hatiye nivîsandin heta niha li gelek welatan, gelek çaran hatiye çapkirin, ji aliyê navdarî û berbelaviyê ve bi Quran û Încîlê re tê hevrûkirin. 

Li Tirkiyeyê bi zimanê tirkî gelek çapên wê hebûn, lê mixabin bi zimanê kurdî nehatibû çapkirin. Çapeke wê ya bi kurdî û tirkî ku di salên berê de hatibû kirin jî, ji ber ku bi awayekî baş nehatibû belavkirin, li piyaseyê peyda nabe. Ji ber vê yekê çapa Manîfestoya ya ku ji hêla Yordam Kîtapê ve hatiye kirin, ji aliyê weşangeriya kurdî ya markîst ve çapa yekemîn e. 

Di vê çapa bi hûrbînî û qelîte de wergera têkûz a Manîfestoyê û pêşgotina wergêr Samî Tan cih digirin. 

*** 

“Komunîst veşartina raman û dilxwaziyên xwe red dikin. Ew diyar dikin ku bi tenê dikarin bi riya ji binî ve hilweşandina teveka pergala civakî ya heyî bigihêjin armanca xwe. Bila qe çînên serdest bi tirs û sawa şoreşeke komunîst bilerizin. Ji bilî zincîrên xwe tiştekî ku proleter ji dest bidin nîn e. Lê cîhaneke ku bi dest bixin heye. 

Karkerên hemû welatan, bibin yek!”  

為這本電子書評分

請分享你的寶貴意見。

閱讀資訊

智能手機和平板電腦
請安裝 Android 版iPad/iPhone 版「Google Play 圖書」應用程式。這個應用程式會自動與你的帳戶保持同步,讓你隨時隨地上網或離線閱讀。
手提電腦和電腦
你可以使用電腦的網絡瀏覽器聆聽在 Google Play 上購買的有聲書。
電子書閱讀器及其他裝置
如要在 Kobo 等電子墨水裝置上閱覽書籍,你需要下載檔案並傳輸到你的裝置。請按照說明中心的詳細指示,將檔案傳輸到支援的電子書閱讀器。